Rejîma Îranê xwepêşandêrekî din darve kir
Li Îranê, Arîf Xoşkar ê ku di serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de hatibû girtin, hate darvekirin.
Li Îranê, Arîf Xoşkar ê ku di serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de hatibû girtin, hate darvekirin.
Rêxistinên Mafên Mirov ên Îranê ragihandin ku xwepêşanderê Arif Xoşkar ku di dema serhildana ‘jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin, vê sibehê li girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê hate darvekirin.
Li gorî heman agahiyan, dema ku Arif Xoşkar hatî binçavkirin dibin êşkenceya fîzîkî û derûnî de îfadeyên wê hatine girtin.
Her wiha hatiye diyarkirin ku berpirsên rejîmê di dema îfade girtinê de gefa girtin û destdirêjiya zayendî ya li ser birayê biçuk yê Arif lê kirine.
Li gor heman agahiyan, derfet bi Arif Xoşkar nehatiye dayîn ku parêzerek serbixwe bigre û li dadgehek nedadperwerane de cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.